Ayşe Şensoy Boztepe
12 Hezîran 2022•Rojanekirin: 12 Hezîran 2022
Ji bo dewrûbera Trabzon û Rîzeyê hişyariya taviya bibirqetav, ji bo dewrûbera Agirî û Îdirê jî hişyariya barana gumrah hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, ji danê nîvro şûnda ji bo dewrûbera Trabzon û Rîzeyê tavî û taviya bibirqetav tê pêşbînîkirin.
Her wisa li dewrûbera Agirî û Îdirê jî ji nîvro şûnda tavî û taviya bibirqetav dê bi awayekî herêmî bi şidet were.
Li her çar parêzgehan li hemberî rewşên neyînî yên wekî lehî, birûsk, hezaz, zîpik, bayê gur, babelîskê meriv divê malbar û bi tedbîr be.