SÎÎRT
Waliyê Sêrtê Ahmet Aydi daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ez ji nûçeya AAyê hîn bûm ku Hesen Gezer digel temenê xwe rojiyê digire û nimêj dike.
Aydin got ku ji bo Rojên Danasîna Sêrtê ya li Feshanê têkiliyan dayne hat Îstanbulê. Aydin diyar kir ku gava vegeriya Sîîrtê karê ewil dê Hesen Gezer ziyaret bike û diayê wî yê xêrê bistîne.
Aydin dest nîşan kir ku kesên di vî emrî de dewlemendiyên civakê ne û divê em ji tecrûbên wan sûd wergirin. Aydin wiha got: " Ez Hesen Gezerê ji nûçeyê AAyê hîn bûm. Divê wek civak em li kal û pîran xwedî derkevin, ji tecrûbe û zanîna wan sûd wergirin. Ew ji bo civaka me nirxên bêhempa ne. Emê ji bo Bapîrê Hesen arîkariyên hewcedar bikin û heke hebe hewcedariyên wî bi cî bînin. Em wisa difikirin ku mirovekî di vî temenî de dikare bikeve Pirtûka Reqoran ya Guînnesê. Li gor nasnameya wî Gezer di sala 1892an de hatiye dinê. Ji bo ku Bapîrê Hesen di nav mirovên herî kal de cî bigire dê em bi rayedarên Pirtûka Reqoran ya Guînesê re biaxivin."