IGDIR
500 zarok beşdarî qursên Qur'anê yên bajêr bûn. Zarok piştî perwerdeyê tên Midûriya Bajêr ya Werzîş û Xizmetên Ciwanîyê û ji rahêneran hînî şemitandina patena li ser cemedê dibin.
Midûrê Bajêr ya Werzîş û Xizmetên Cîwaniyê Gurhan Yildiz daxuyaniyek da û got ku zarokên ku ji qursan derdikevin li ser pîstan hînê şemitandinê dibin.
Yildiz got ku pîst bala zarokan dikşîne û zarok li vir kêf dikin. Pîsta me ya cemedê ji bo her kesê ku bixwaze hînê şemitandinê be vekiriye. Ev der ji bo bajarê me girîng e. Me tîşortên ku wezareta me şandibû li zarokên ku tên pîstê belav kirin. Armanca me ew e ku em wek midûrî tîmekê ava bikin û beşdarî pêşbirkan bibin.
Yildiz ragihand ku li bajêr hewa germ e û wiha axivî: "Em li bendê ne ku welatiyên me yên dixwazin di van hewayên germ de hênik bibin jî bên pîstê. Zarokên me her roj tên li vir û kêf dikin. Jimara me her roj zêde dibe. Perwerdeyê heya vebûna dibistanan bidome. Em jî wek tîm bi zarokan re yek bi yek eleqedar dibin."