Ekrem Payan
24 Nîsan 2025•Rojanekirin: 25 Nîsan 2025
Walîtiya Şirnexê xwest ku ji ber bayê gur a sibê li navenda bajêr û 2 navçeyan tê payîn welatî baldar û bi tevdîr bin.
Di parvekirina walîtiyê ya ji ser hesabê çapemeniya civakî da hat ragihandin tê payîn ku ji sibê nîvro va li navenda bajêr û navçeyên Uludere û Beytuşebabê û dora wê ji aliyê başûrê rojava va ba û bahoz rabe û cî bi cî li cihên bilind bayê gur derkeve.
Di parvekirinê da hat gotin ku "Hember neyiniyên muhtemel ên wekî firîna banan, welgerîna dar û dîrekan, tengasiya hatin û çûyînê baldar û bi tevdîr bin."