Jinên penaber nanên xwe di 5 konteyner yên ku ji bo nanpêjandinê hatine veqetandin de dipêjînin.
Li bajarê konteyner yê li gundê Fatîha girêdayî Meletiyê bi navê "Tesîsên Beydagi yên Bêhnvedanê " hatin avakirin 7 hezar û 250 penaberên sûriyeyê dîjîn.
Sûriyeyiyên ku li bajarê konteynerê dijîn, xwarin û pêdiviyên xwe ji navendên danûstandinê distînin. Malbatên sûriyeyî ji bo ku ji şer filitîne û Tirkiyeyê deriyê xwe ji wan re vekiriye gelek kêfxweş in.
Jinên ku berê li ser ocaxên ceyranê nan dipêjandin, niha di 5 konteynerên ku ji bo nanpêjandinê hatine veqetandin de nan lê dixin. Jin li gor pêdiviya malbatan bi hev re nan dipêjin û li hev par dikin.
Di konteyneran de 30 sêl û tîr hene. Konteyner her roj di saet 08.00an de vedibin û heta saet 22.00an vekirî dimînin. Jin amadehiyên xwe dikin û li gor pêdiviya xwe bi hev re li vir nan lêdixin. Jinên sûriyeyî ji rewşê gelek kêfxweş in.