Li gor agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat standin, herêm di bin bandora hilmegura bilind a Sibîryayê de ye. Ji ber vê jî li herêmê hewa sar e û car caran berf dibare.
Li herêmê germahî di bin sifirê de ye. Germahî li Qersê di bin sifirê de 24, li Agiriyê di bin sifirê de 23, li Ardaxanê di bin sifirê de 21, li Erzurumê di bin sifirê de 13, li Erzincanê di bin sifirê de 9 û li Îdirê di bin sifirê de 8 pîle ye.
Li gor texmînan, nav rojê germahiya herî zêde dê li Ardaxanê di bin sifirê de 9, li Agiriyê di bin sifirê de 8, li Qersê di bin sifirê de 6, li Ezurumê di bin sifirê de 4, li Îdirê di bin sifirê de 6 û li Erzîncanê di bin sifirê de 7 pile be.
Ji ber hewaya sar hin camên mal, kargeh û wesaîtan qeşa kişand.