13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 17 Hezîran 2016
BITLÎS
Tahir Anikê 77 salî yê ku li Xelata navçeya Bidlîsê dijî, ji 9 saliya xwe vir ve qewanan kom dike û di nav 68 salan de 3 hezar û 850 qewan berhev kirine.
Tahir Anik li Ovakişlaya bajaroka Bidlîsê dijî û xwedî 4 zarok û 10 neviyan e.
Anik ji nûçegihanê AAyê re got ku dema ew 9 salî bûye bavê wî miriye û wî gramafona bavê xwe bi salan bikar aniye.
Anik wiha axivî: "Dema bavê min di sala 1947an de mir gramafona wî ya biçente ji me re ma. Ez lê xwedî derketim. Paşê min çend gramafon stend. Vê carê min dest pê kir îja qewanan berhev kir. Min tu ferq nekir navbera hunermendan, kesên ku civakê jê hezdikirin min berhev dikir. Li bajarên mezin ên ku ez diçûmê, min lêkolîn dikir ka li ku qewan tên firotin û min diçû dikirî."
- Navê qewanan di defterê de dinîvîse
Anik got ku ew qewanan yek bi yek di defterekî de jî dinîvîse û wiha dewam kir: "Dema qewan zêde bûn min dolabek kirî û navê wan di defterê de nivîsand. Niha 3 hezar û 850 qewan hene. Muzîka rojavayê, ya gel, ya hunerê û ya arabesk bi zimanê almanî, erebî, kurdî, hindî û rûsî gelek zimanên cuda qewan hene. Min çiqas pere xerc kiriye hûnê bawer nekin. Wan rojan ez çûm Edenê û Mersînê. Min 3 hezar lîre xerc kir û 100 qewan stend. Ev ji bo min dildarî û muptelabûn e. Dema ez biçûk bûm mezinên min digotin evqas pere xerc neke. Lê car caran bidizîka min dîsa dikirî. Hin caran aboriya min nebaş bû, lê min tu carî negot ku ez wan bifroşim."
Anik anî ziman ku qewanên wî ji bo wî wek zarokan biqîmet e û wiha axivî: "Piştî ku ez mirim qewanên min wê çawa bin? Ev pirs heye. Ew wek ewladên min in. Ez bê wan nikarim, lê dema ku ez mirim ez dixwazim ev qewan li Xelatê di pêşangehekî de bên nîşandan."