ZONGULDAK
Damla Saglam a 19 salî li navçeya Eregliyê dijî û bi bavî xwe re li înşaetan dişuxule, derdikeve ser îskeleyê, sewaxê dike, boyax, alçî û bînaya manto dike.
Damla Saglamê di zarokatîya xwe de dest bi karê înşeatan kir û piştî qedandina lîseyê di sektora înşaetê de dest bi kar kir.
Damla Saglamê daxuyanî da nuçegihanî AAyê û wiha got: "Min berê jî li cem bavê xwe alikariya wî dikir. Piştî qedandina lîseyê ez hêdî hêdî derketim ser îskeleyê. Min destpêkê karên hêsan kir. Niha jî heta mantokirina bînayê jî ji destê min tê. Ez gelekî ji karên boyax û sewaxê hez dikim.
Damlayê got ku kesên wê li ser îskeleyê dibînin acêb dimînin û wiha dewam kir:
Hevalên min ji min re dibêjin em dê ji te re diyariya rojbunê bêr û maleyê bikirin. Mesqereyan dikin lê ez ji vî karî hez dikim. Betlana me kêm e, meriva diwestîne. Ji bo jina kar tenê ne kompîtur e, jin dikarin karên herî giran hîn bibin û bikin.
Bavê Damlayê Ulku Saglam jî got ku 30 sal e li înşeata dixebite û fîrmaya wî he ye. Keça wî karên giran bi serkeftî dimeşîne û hosteya înşaetê ye.