19 Îlon 2015•Rojanekirin: 19 Îlon 2015
Di demên dawîn de bûyerên terorî yên ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê diqewimin çawa ku zirar da gelek qadan, heman zirar di qada heywandariyê de jî pêk hat.
Bi saya Pêvajoya Çareseriyê welatiyên ku li bajarên herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dijiyan bi dilrihetî heywanên xwe dibirin zozanan lê ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê kesên heywandariyê re eleqedar in jî zirar dîtin. Lewra heywanên ku ji bo qurbanê xwedî kiribûn derfet çênebû bibin bajarên rojava û hemû di destên wan de man.
Serokê Yekîtiya Kesên Mî û Bizinên Zayînê Xwedî dikin a Diyarbekirê Abdullah Çetînkaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir bûyerên ku di demên dawîn de qewimîn zirareke mezin da heywandariyê û wiha pê de çû: ""Bi taybetî welatiyên ku li derveyî bajêr û li gundan dijîn mecbûrî dev ji heywandariyê berdidin û koç dikin. Di dema Pêvajoya Çareseriyê de ji vê derê me heywan dibir gelek bajarên din. Lê niha ev yek tuneye."
Mehmet Şîrîn Salikê ku li Diyarbekirê heywandariyê dike jî destnîşan kir ku ji ber bûyerên terorê kirîn û firotina heywanan nayê kirin û heke ev yek wiha dewam bike bazirganiya heywanan wê bisekine.
Serokê Koma Tacîr û Bazirganên Heywanan a Odeya Pîşe û Bazirganiyê ya Bîngolê Kenan Aybek jî ragihand ku bi nêzbûna Eyda Qurbanê ve li bajarên rojava bihaya qurbanan zêde bû lê li herêmê ji ber bûyeran biha daket û milet nikare yên di destê wan de ne jî bifiroşin.
Serokê Yekîtiya Kesên Mî û Bizinên Zayînê Xwedî dikin a Sêrtê Mehmet Alî Şengoz jî got ku ji bûyerên terorî yên li herêmê diqewimin zirar da heywandariyê û xwediyê wan.
Abdulgaffar Nasê ku li Sêrtê heywandar e jî got: "Ji ber bûyerên terorî em ji zozanan zû hatin. Beriya Eyda Qurbanê ji bo ku heywanên me di destê me de nemînin em ê bihayê wan daxin û bifiroşin."