05 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2015
SÎÎRT
Nuran Evîna ku di êrîşa terorê ya ku di sala 2011an da li Sêrtê hatibû kirin û tê da 4 qîz miribûn da felc bibû li hêviya alîkariyê ye ku tedawî bibe û dîsa rêva here.
Endamên rêxistina terorê di 20ê îlona 2011an da êrîşî wesayîteke li nêzîkî Xwendingeha Mesleg a Polêsan ya Sêrtê kiribûn. Di êrîşa çekdarî û bombeyî da 2 xuşk û 2 hevalên Evînê hatibûn kuştin û ew jî felc bibû.
Evîn ji ber ku mexdûra terorê ye di çarçoveya qanûnê da li Zanîngeha Sêrtê memûrtiyê dike û li hêviyê ye ku ji bo tedawiyê alîkariyê bidinê.
Evînê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di êrîşa ku anîbûn ser wesayîta wan da Nergîs û Zeynepa xuşkên wê û Nurcan Olgaç û Kevser Çekîna hevalên wê miribûn ew û Gulcan Olgac jî birîndar xilas bibûn.
Evînê destnîşan kir ku Gulcana hevala wê di êrîşê da nigekî xwe winda kir ew jî felc bû û wiha got: "Ji ser wê bûyerê ra 4 sal derbas bû lê belê êşa min hê teze ye."
Evînê diyar kir ku piştî vê mexdûriyetê dewletê kadro dayê û wiha pê da çû: "Li Zanîngeha Sêrtê ez wek memûr dixebitim. Ji bo xizmeta welatê xwe tu astengê nas nakim. Çi ji destê min bê ez dikim."
Evînê got ku li Akademiya Tipê ya Leşkerî ya Gulxaneyê (GATA) 5 mehan tedawî dît lê belê dîsa jî ranebû piya.
Evînê diyar kir ku ji bo tedawiyeke berfireh dixwaze here dervayî welêt, ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu û rayedaran alîkariyê dixwaze û wiha pê da çû: "Ez zehf dixwazim ku dîsa rêva herim. Mixabin ji bo ku lê Sêrtê tedawî bibim îmkanên ku têrê dikin tunin. Ji bo vê hewcedarê alîkariyê me. Daxwaza min ew e ku deng bidin vê banga min. Înşaellah banga min bê bihîstin û ez jî bigihêjim demên xwe yên berê."