26 Îlon 2015•Rojanekirin: 26 Îlon 2015
HAKKARİ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê, hêzên ewlehiyê bombeya bidestçêkirî ya ku nêzî gundê Çûkûrcayê ser rê hatibû veşartin, ferq kir û bombeyê bikontrol teqand.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, dema ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr, li ser rêbeja Yuksekova-Şemdînliyê xebatên kontrola rê birêvedibirin, nêzî gundê Çûkûrcayê bombeyeke bidestçêkirî ferq kirin.
Hêzên ewlehiyê, rêya herêmê ji çûnûhatinê re girt û bangî pisporên bombe îmhayê kirin. Bombeya ku li ser rê di menfezê de hatibû veşartin, bi destê pisporan hat teqandin.