DIYARBAKIR
Koçerên ku li Erxeniya navçeya Diyarbekirê dimînin, dest bi koça xwe ya ber bi zozanan va kirin.
Koçerên ku 3 mehan li taxên Alîtaş, Yenîkoy û Kavakliya Erxeniyê man, dest bi derketina zozanan kirin. Koçer wê 9 mehan li zozanên ku li Bîngol, Mûş, Erzirom û Qersê kirê dikin, bimînin.
Ji koçeran Baba Ulaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ez ji zarokatiya xwe vir va şivaniyê dikim. Havînê em derdikevin zozanan."
Ulaş destnîşan kir ku koçerî zor e, lê wek mayîn karê ku bikin tuneye û wiha xeberda: "Em hefteyekê dimeşin. Em di konan da dimînin û debara xwe bi vî karî dikin. Em ê 9 mehan li zozanan bimînin û zivistanê jî vegerin. Di vê demê da em li deşt û mer'eyan dimînin."
Mehmet Demir jî diyar kir ku di salên dawîn da şivan ji lêxistina birûskê ditirsin û got nifşên teze naxwazin bibin şivan.