Kerenga ku wek mizgîniya biharê tê nasîn derket û li Diyarbekirê li ser dezgehan êdî tê firotin.
Êdî hewa germ bûn û kereng li quntarên çiyayên bilind ên herêmê hêşîn dibin. Welatiyên ku dizanin li herêmê kereng tê hezkirin kerengan ber hev dikin û difroşin.
Umut Gezerê ku kerengan difroşe got ku xelk ji kerengan hez dike û wiha xeberda: "Kîloya wê bi 5 lîre ye. Dema bihar tê gel gelekî dikire û em jî di vê demsalê de debara xwe wiha dikin."