VAN
Mesiyên încî kefalê li dinyayê tenê di Gola Wanê de dijîn. Ev mesî ji bo ku xerzên xwe daynin, ber bi avên şirîn ên ku diherikin behrê va diçin û berovajiyê çem û kaniyên herikbar avjeniyê dikin da ku xwe bigihînin avên şirîn.
Rêwîtiya mesiyên încî kefalê ya zehmet her sal di navbera 15ê nîsan û 15ê tîrmehê de dest pê dike.
Dema ku mesî xwe hildavêjin û berovajiyê ava herikbar avjeniyê dikin, dîmenên xweşik derdikevin holê û mirov hejmekar dimînin û lê dinhêrin. Rêwitiya mesiyan 90 rojî didome. Di vê maweya xerzdanînê de girtina mesiyan tê qedexekirin. Bi pêşengtiya Walîtiya Wanê va, Midûriya Bajêr ya Xurek, Çandinî û Heywandariyê, Midûriya Ewlehiyê, Fermandariya Cendirmeyan ya Bajêr, Zanîngeha Yuzuncu Yilê û Komeleya Çavdêrên Siruştê li qeraxê golê û li ber av û çeman tevdîrê dibînin da ku kes masiyan negre.
Welatiyên ku rêwîtiya mesiyan meraq dikin, tên serê çem û kaniyan geştê dikin û mesiyan temaşe dikin.
Ekîbên ku ji aliyê Midûriya Emniyeta Navçeyê va hatine wezîfedarkirin, li ber av û çeman û qeraxên behrê der heqê qedexeya mesîgirtin û koça masiyan da agahiyan didin welatiyên ku cara ewil koça mesiyan dibînin.
Welatî herî zêde tên ser Çemê Benda Mesiyan (Delîçay) ya Erdîşa navçeya Wanê û Çemê Benda Mahî ya Bêgiriya navçeya Wanê.