Bazirgan kîloya kifkarîka "goştberx"ê ya ku li Sarîqamîşa navçeya Qersê di daristanê de tê tovkirin bi 550-600 lîreyî dikirin û îxracî Fransayê dikin.
Kifkarîka goştberxê li Mescîtlî, Duzmêşe, Sulu Dere û Newala Kewan ê herêmên navçeyê hêşin dibin û welatî her sal ji daristanê wan tov dikin û kîloya goştberxa teze bi 50 lîreyî kîloya ya hişkirî jî bi 550-600 lîreyî difroşin. Gelê herêmê kifkarîka goştberxê tov dikin û pê debara xwe dikin.
Bazirganên kifkarîkan tên li gundan digerin û kifkarîkên ku dikirin dibin difroşin bazirganên mezin ên li Stenbolê. Saziyên îxracatê jî goştberxa hişkkirî îxracî Fransayê dikin.
Abdulkadîr Aygunê bazirganê kifkarîkan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku goştberx her sal di mehên gulan û hezîranê de li daristanê hêşin dibin û gelê herêmê jî wan tov dikin.
Aygun destnîşan kir ku goştberx ji bo debara gelê herêmê zehf girîng e û wiha pê de çû: "Gelê herêmê bi zihmetiyeke mezin goştberxê tov dike, ez jî ji ber vê yekê bi bihayê giran dikirim. Kîloya goştberxê ya teze bi 50 lîreyî dikirim. Ji 10 kîlo goştberxa teze kîloyek ya hişkkirî derdikeve. Ez kîloya goştberxa hişkirî bi 550-600 lîreyî dikirim."
Aygun diyar kir ku ji aliyê tehm û proteînan ve goştberx zehf rind e û wiha got: "Ev 9 sal e saziyên li Stenbolê goştberxê îxrac dikin. Ji ber ku îsal zivistanê zêde kişan tovkirina goştberxê jî derengî ket. Lê belê goştberxa ku cara ewil hat tovkirin zehf bi qelîte bû, Înşaellah ber û bereket jî ku zêde be welatiyên jî pereyekê baş qezenc bikin."
Tacettîn Alpê ku bi malbatî diçe tovkirina kifkarîkan jî destnîşan kir ku di rojê da encax dikarin kîloyek an jî 2 kîlo goştberxê tov bikin û qasî 2 mehan debara xwe bi kifkarîkan dikin.