10 Adar 2016•Rojanekirin: 11 Adar 2016
MALATYA
Piştî meha zivîstanê berf hêdî hêdî heliya û hewa germ bû li çiya û baniyan jî kulîlkên newrozê yên ku mizgîniya biharê ne vebûn.
Kulîlkên newrozê her sal di meha adarê de hindik mabe meh xilas bibe vedibin. Lê ji ber ku germahiya hewayê îsal li gor demsalê zêde germ e, kulîlkên newrozê jî zû vekirin.
Li Darendaya navçeya Meletiyê her sal li taxa Baytarbagiyê wek kevneşopî kulîlkên newrozê tên berhevkirin. Li taxê zarok jî beşdarî vê kevneşopiyê bûn û bi mezinan re kulîlk berhev kirin.
Welatî Nurî Akbaşê ku bi zarokên xwe re kulîlk berhev kir ji nûçegihanê AAyê re got ku heke berf heliya be û kulîlkên newrozê çiya xemilandibe ew tê wê meneyê ku zivistana cotkaran qediya ye û êdî dem dema cotkariyê ye.
Akbaş wiha axivî: "Em bi malbatî derdikevin çiya û kulîlkên newrozê berhev dikin. Bêhna wê ya xweş, reng û şemala wê ya rind tesîrê li ser me dike. Em van kulîlkên ku me berhev kirine dibin mala xwe didin xanimên xwe. Ew jî dixin nav qedexekî û datînin nava malê ku bêhna malê xweş bibe."
Zarok jî bi mezinan re diçin kulîlkan berhev dikin û van kulîlkên newrozê wek diyarî didin dayikên xwe.