10 Adar 2016•Rojanekirin: 15 Adar 2016
HATAY
Mûtasim Ceddû û Xalid Haqqî yên 4 salî ku ji hezaran zarokên mexdûrê şerê navxweyî yê Sûriyê tenê jê du zarok in, ji ber ku bombeyên warilê li nêzîkê mala wan ketin xwarê, ji qabîliyeta xwe ya axaftin û bihîstinê bûn. Mûtasim û Xalid ên ku xwe spartin Tirkiyeyê, li bendê ne ku baş bin.
Mûtasim û Xalid ku ji hezaran zarokên qurbaniyên şerê navxweyî yê Sûriyeyê tenê du zarok in, jiyana wan di salên piçûkatiyê da ji ber bombeyên warilê ket nava bêdengiyê.
Xalid Haqqî ku 4 çar salî ye û ji ber ku bombeyeke warilê nêzîkî mala wan a li Hamayê ket xwarê, ji şiyana xwe ya axaftin û bihîstinê bû. Xalid piştî vê bûyerê tu agahî ji dê û bavê xwe jî nesitand.
Xalidê ku dapîra wî Walîde Mihemed Mehmûd lê mêze dike, hefteyek berê anîn Reyhanliya navçeya Hatayê.
Dapîr Mehmûdê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku hêzên rejimê di êrîşên xwe da bombeyên warilê emilandin û di van êrîşan da ew di nava tirs û xofeke mezin da man û wiha pê da çû, "Piştî êrîşa ku par qewimî û şûnda careke din êdî me tu xeber ji law û bûka min hilneda. Em nizanin ka birîndar in, mirin, li ku ne. Di heman bûyerê da neviyê min Xalid ê 4 salî jî ji şiyana xwe ya bihîstinê bû. Ji wê rojê vir de ye ku neviyê min nabihîze, seba ku baş bibe em hatin Tirkiyeyê."
Mehmûdê diyar kir ku ew li Reyhanliyê li cem xizmên xwe bi cih bûn û wiha xeberda, "Ez li benda wê rojê me ku neviyê min baş be. Li welatê me em çûn çendîn navendên tenuristiyê, lê ji ber ku pir biha bû me nekarî cihazên bihîstinê bistînin."
- Du sal e alema wî bêdeng e
Rewşa Mûtasim Ceddûyê 4 salî jî ji ber ku 2 sal berê li Hemayê di dema êrîşên gurr da bombeyeke warilê li nêzîkî mala wan ket xwarê, mîna ya hemsalê xwe Haqqî ye.
Dê û sê xwîşk û birayên Ceddû li Sûriyê man. Bavê Ceddû 10 roj berê ew anî cem xizmên wan ên li Reyhanliya navçeya Hatayê.
Mihemed Ceddûyê (33) bavê Mûtasim di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da diyar kir ku ji ber nebûna derfeta tedawiyê, wan welatê xwe hişt û hatin Tirkiyeyê.
Ceddû bal kişand ku Tirkiyeyê deriyê xwe seba wan vekir û ew seba vê, gelekî minetdar in û wiha pê da çû, "Ez pir dixwazim ewladê min baş be. Aniha belkî rewşa xwe baş fêm nake. Ez naxwazim sibe roj bêtir biêşe û li ber xwe keve."
Ceddû got ku ew neçar ma ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe li Hemayê bihêle û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Ji ber destengiyê li Sûriyê min nikaribû ewladê xwe bidim tedawîkirin. Em hatin Tirkiyeyê û em li benda destekî alîkariyê ne."