12 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2015
İSTANBUL
Hunermendê şanoyê Levent Kirca yê 67 salî ku ev demeke tedawiya pençeşêra cîgerê didît, wefat kir. Piştî ku meriv, heval û heskiriyên Kirca bi wefata wî hesiyan hatin ber deriyê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Pendîkê ya Zanîngeha Marmarayê ku ev demeke lê tedawiyê didît.
Hunermendê Şanoyê di sala 1948an de li samsûnê hat dînê. Di sala 1964an de li Şanoya Dewletê ya Enqereyê derket ser dikê. Kirca di gelek lîstikên şanoyê û filîman de cih girt. Bernameya "Olacak Okadar" ku 22 salan di televîzyonê de hat weşandin, çêkir.
Kircayê ku ji bilî lîstikvaniyê derhêneriya gelek film û lîstikên Şanoyê kir xwediyê 4 zarokan bû. Her wiha Kirca di rojnameyekê de nivîskarî jî dikir û endamê partiyeke siyasî bû.