Sevim Hatun
12 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2015
DİYARBAKIR
Li Diyarbekirê Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Hatîp Dîcle bangî welatiyan kir da ku ji bo êrîşa terorî ya li Enqerê "çalakiya teqereqê" bikin.
Dîcle îro li bajêr daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û di daxuyaniyê de îfade kir ku ew ê piştgiriyê bidin greva giştî ya ku Bloka Aştiyê di 12-13ê kewçêrê de dê bike û wiha got: "Em bangî gelê xwe dikin da ku di van 3 rojên ku şîn hatine îlankirin da, bila li şaneşînên xwe alaya reş daliqînin, cil û bergên reş li xwe bikin û êvarê piştî 20.00 tevlî çalakiya teqereqê bibin." Welatiyên ku guh dan bangewaziya Dîcle, li bajêr piştî saet 20.00an derketin pace û şaneşînan, bi qûşxane û tewayan teqereq kirin.
Hin ajovanan bi korna û hin welatiyan jî bi fîqê piştevaniya çalakiyê kir.