İsmail Hakkı Demir
06 Hezîran 2021•Rojanekirin: 07 Hezîran 2021
Li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî û Erdexanê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li gor texmînê li herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be.
Li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî û Erdexanê ji danê nîvro heta êvarê bi navber tavî û teyrok tê payîn.
Li gor texmînê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be.
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm li Qersê 0, li Agiriyê 4, li Erzirom û Erdexanê 5, li Erzincanê 9 û li Îdirê 12 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 32, li Agiriyê 25, li Erzincanê 23, li Qersê 21, li Erdexanê 20 û li Erziromê 19 pile tê payîn.