Li Erzirom, Bitlîs, Qers û Hekariyê ji ber berf, bager û pûkê rêya 21 tax, gund û goman girtî ye.
Li herêmê tesîra hilmegura bilind a Sîbîrya û hilmegura nizm a Îzlandayê dewam dike. Li Erzirom, Bitlîs, Qers û Hekariyê piştî ku berf barî hewa pir sar e û car caran bager radibe.
Li Bitlîsê rêya 13, li Erziromê rêya 3, li Qersê rêya 3 û li Hekariyê rêya 2 tax, gund û goman girtî ye.
Ji bo vekirina rê ekîbên şaredarî û îdareya bajêr dixebitin.