İbrahim Atmaca
16 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê li 5 bajaran tavî û teyrok wê çêbe. Li Erziromê di 24 saetên dawîn da serê mêtreqareyê 28 kîlo baran barî.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat hildan, li giştiyê herêmê hewa ewrsayî ye; li gor texmînê wê li derdora Erzirom, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê tavî û teyrok çêbibe û piştî nîvro cî bi cî bibare.
Tê payîn ku li herêmê germahî li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 20, li Tunceliyê 16, li Agiriyê 13, li Erzincan, Qers û Erdexanê 11, li Erziromê 9 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku nava rojê germa hewayê li Tunceliyê 33, li Erzincanê 31, li Îdirê 29, li Agiriyê 26, li Erziromê 25, li Qersê 22, li Erdexanê 20 pile be.
Li herêmê di nav 24 saetên dawîn da serê mêtreqareyê li Erziromê 28 kîlo, li Erdexanê 10 kîlo, li Erzincanê 5 kîlo, li Agiriyê 3 kîlo û li Qersê 4 kîlo baran barî.