Haydar Şahin
17 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2018
SİİRT
Li Şîrvana navçeya Sêrtê qursa xwedîkirina mozan hat vekirin.
Bi hevkariya Midûriyeta Daristan û Çandiniyê ya Navçeyê û Midûriyeta Navenda Perwerdeya Gel a Navçeyê va li Navenda Perwerdeya Gel qursa xwedîkirina mozan hat vekirin. Wezîfedarên Fakulteya Beytariyê ya Zanîngeha Sêrtê ew ê perwerdeyê bidin qursiyeran.
Midûrê Daristan û Çandiniyê ya Navçeyê Esat keskîn di daxuyaniya xwe da diyar kir ku xwedîkirina mozan ji bo aboriya navçeya zehf girîng e.
Keskîn got wê xwedîkirina mozan zehf pêş bikeve û wiha pê da çû:
"Di perwerdeya teorîk û tetbîqî da ji bo mozvan projeyên xwe pêş bixin û agahiyên xwe berfireh bikin me qala rêyên mozvaniya bi sertîfîka kir. Ji bo pêşeroj û aboriya welatê me dibê em agahiyên mozvanên xwe zêde bikin."