AĞRI
Meha Remezanê, îsal li germa havînê rast hat. Hemwelati, piştî ku li mala xwe difitirin diçin çayxaneyan û heta paşîvê çaya semawerê vedixwin.
Mehmet Leylek, ev deh sal in li navçeya Eleşkîrtê xwediyê çayxaneyekê ye. Leylek, di daxuyaniya xwe ya bi nûçegihanê AAyê re diyar kir ku nêzê fitarê li ber qehwexanê semaweran digirtîne û amadehiyên şevê dike. Leylek, got ku remezan li navçeyê gelek bi coş derbas dibe û welatî heya paşîvê li derve çaya semawerê vedixwin û sohbetê dikin.
Leylek, diyar kir ku welati biro dixebitin û diwestin û êvarê jî tîna xwe bi çaya semawerê dişkînin û wiha got: "Ji ber ku remezan ket havînê jiyan li Eleşkirtê hema bêje bi şev dest pê dike. Em nêzê fitarê semawerên xwe yên 40-50 lîtreyî derdixînîn û agir dikin. Mase û sendeliyan datînin li ber qehwexaneya xwe. Lîmonan datînin le ber çaya xwe ya ku li ser agir dem digire û dimînin benda welatiyên xwe. Piştî fitarê hemû mêrên navçeyê tên qehwexaneyan. Em jî heya paşîvê serwisa çayê dikin. Sohbeta ber bi çayê çiqas diçe geş dibe. Em her roj 800 îskanî çayê difroşin. Carînan ev jimar zêdetir jî dibe. Bi saya kevneşopiya çaya bilîmon, firotin çayê sê qat zêdetir dibe. Ev yek jî herî zêde me kêfxweş dike."
Em wek çalakiyeke civakî li çayxaneyan çayê vedixwin
Welatî Erkan Can, jî diyar kir ji ber ku li navçeyê çalakiyek din tuneye di mehê remezanê de dixwazin bi dostên xwe re rûnin û got ku bi salan e ku em piştî fitarê ji bo çayvexwarinê tên bal hev. Ev yek ji bo me bûye wek kevneşopiyekê. Bi vî awayî em dikarin heya derengî şevê sohbetê bikin.
Can, got ku jinên nevçeyê jî tên bal hev û semawerê pêdixin û sohbetê dikin.