Önder Beyter
19 Sibat 2019•Rojanekirin: 21 Sibat 2019
AGRI
Li Agiriyê ji ber mij û xumamê geştên balafirê yên AnadoluJetê yên Enqere-Agiriyê yên ber bi herdu aliyan va jî nehatin kirin.
Li bajêr mij û xumama ku bi şev dest pê kir û destê sibehê jî tesîra xwe zêde kir, mesafeya dîtinê berjêrî heya 40 mêtreyî kir.
Ji ber mij û xumamê geştên balafirê yên AnadoluJetê yên dualî yên di navbera balafirgehên Ankara Esenboga û Agirî Ehmedê Xanî da hatin betalkirin.