Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Abdullah Söylemez
15 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2022
Li Agirî, Erdexan û Qersê sir û serma heye, welatî tengasiyê dikişînin.
Li Agiriyê berfa 3 roj e bi navber dibarî sekinî, li bajêr ba û bager heye.
Li bajarê hewaya wê sar e rûyê Çemê Muradê û çemên din cemidî.
Camên avahî û wesayîtan qeşa girt, li banê xaniyan cembelîkan girt.
Ekîbên şaredariyê berfa li kuçe û kolanan paqij kirin û bi kamyonan kişandin dervayê bajêr.
Li Taşliçayê ji ber sermayê depaya gelek tirên li îstasyona sotemeniyê sekinîbûn cemidî.
Ajokaran di binê depoyan da agir dadan da ku wesayîtên xwe bixebitînin.
Ekîbên paqijkirina berfê jî rê û dirban vedikin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf barî.
Piştî barîna berfê herêmên bilind ên bajêr çîl û sipî bûn.
Li bajêr ekîbên Rêbejayê û Îdareya Taybet a Bajêr jî ji bo di çûyîn û hatinê da pirsgirêk dernekeve xebatên xwe didomînin.
- Qers
Li Qersê jî piştî barîna berfê serma ket erdê.
Rûyê çem, gol û bendavan cemidî, li banê xaniyan cembelîk çêbûn.
Hin welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe da ku necemidin.