Li deşta Arabanê îsal wek hilbera duyemîn petêx hatin çandin.
Petêxên ku her sal li herêmê dihatin çandin, îsal wek hilberên duyemîn tên çandin. Cotkar Alî Dagdelen, îsal cara yekem li zêviya xwe ya 10 donimî piştî ceh wek hilbera duyamîn petêx çand û niha dest bi çandiniya petêxan kir.
Serrokê Odeya Ziraetê yê Arabanê Mehmet Dogan got ku, îsal cara yekem wek hilbera duyemîn petêx hatin çandin. Cotkar, kîloya petêxan di navbera 40-45 qurişan de difroşin û ev rewş cotkaran kêfxweş dike.
Dogan ragihand ku cotkaran di meha hezîranê de zeviyên xwe yên ceh çinîn û niha jî weke hilbera duymîn dest bi çandina petêxan kirin. Dogan destnîşan kir ku ji mêj de li herêmê petêx dihatin çandin, lê îsal wek hilbera duyem hat çandin.
Dogan, cotkar Dagdelen pîroz kir û got: "Di pêşerojê de ji bo ku hemû cotkar dewlemend bibin divê piştî çandiniya genim û ceh, çandiniya petêxan jî bê kirin."
Dagdelen jî anî ziman ku, ew bi firotina petêxan kêfxweş bûye û wiha pê de çû: "Hilbera duyem pir hat firotan û ez pir kêfxweş bûm. Pêşniyara min ev e ku cotkar her sal wek hilbera duyem çandiniya petêxan bikin."