Wekîlê Midûrê Navçeyê yê Ajalvanî, Çandinî û Xurekê Zeynel Guneş di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku bêndera fistiqên ku li qadake 105 hezar dekarî hatibûn çandin, didome.
Guneş got ji bo ku par ber û bereketa fistiqan zêde bû dipan ku îsal ber û bereketa fistiqan kêm be û diyar kir ku di xebatên tespîtê de kêmasiya rekolteyê heye û wiha axivî: "Her çiqas ber kêm be jî, me tespîr kir ku fistiqên îsal, pir biqelîte ne. Ji bo ku bûyera peryodîsîteyê daxînin asta herî kêm, divê cotkarên me karên wek axkolan, kesaxtin û mezinkirina nebatan bê kêmasî bikin. Di gel vê yekê heke di cihên ku derfeta wan ya avdenê heye, dar bên avdan dê ber zêde bibe."
Serokê Odeya Zîraetê yê Arabanê Mehmet Dogan jî got ez li baxçeyên fistiqên ku tên çandin geriyam û her çiqas ber kêm be jî qelîte baş e.
Cotyarê gundê Gumuşpinarê Îbrahîm Ozkan jî got ku qelîteya fistiqên li navçeyê baş in. Ozkan ragihand ku Borseya Bazirganiyê ya Gazîantepê bihayê fistiqê di navbera 12,50 lîre û 13 lireyan de diyar kir û vê yekê jî cotyaran kêfxweş kir.