Haydar Şahin
14 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
BAKU
Li Bakuya paytextê Azerbeycanê "çarşema erdê" ya ku wek nîşana Cejna Newrozê tê qebûlkirin bi kelecanî hat pîrozkirin.
Di çarçoveya pîrozbahiya ku bi destê Walîtiya Bakuyê hat lidarxistin da kerwana ku ji kaşke, hesp û deveyan pêk tê di nav bajêr da geriya.
Gera ku seroktiya wê kesê di qerektera Dede Korkut da dikir ji Îçerîşehira dîrokî dest pê kir û di nav kuçe û kolanan da dewam dikir. Di gerê da lîstikvanên ku kincên herêmî û dîrokî li xwe kiribûn jî meşiyan. Beşdarvanên karanê li meydan û parkan sekinîn û li van deran ji bo welatiyan muzîk lê xistin û reqisîn. Di kuçeyên Bakuyê da dîmenên rengîn derketin holê, welatiyan kerwan temaşa kir û pê kêfxweş bûn.
Di kevneşopiya Azerbeycanê da "çar çarşem" hene û çarşema dawîn jî "çarşema erdê" ye. Ev bawerî dişibe baweriya sêla sor a li Anadoluyê û welatî zehf girîngiyê didin van çarşeman. Çarşema beriya Newrozê rojek beriya hatina wê wek cejn tê pîrozkirin.
Newroz li Azerbeycanê wek cejna herî girîng tê qebûlkirin û her sal tê pîrozkirin. Welatiyên Azerbeycanê mehek beriya hatina Newrozê dest bi pîrozkirinê dikin, çarşemên av, agir, ba û erdê bi awayên cuda pîroz dikin. Di çarşema avê da ava kaniyê li dora malan direşînin, di çarşema agir da li taxan agiran vê dixin û di malan da jî ji bo her endamekê malê çirayekî vê dikin. Çarşema bayê jî kêm zêde bi heman awayî tê pîrozkirin û pîrozkirina herî girîng jî çarşema erdê ye. Di çarşema erdê da li taxan kuçikên mezin tên dadan, li malan sifreyên bi şirînî û xwarinên herêmî tên danîn.