BATMAN
Li gorî agahiyan, li gundê Yaprakliya navçeya Kozlûkê di zeviyên genim de ji ber sedemeke ne diyar şewat derket. Şewat bi midexeleya welatiyan hat vemirandin. Xwediyê zeviyan ji bo ku xisar bê tespîtkirin û heqê wî bê dayîn serî li Miduriyeta Xurek Çandinî û Heywandariyê da. Cendirmeyen jî li cihê şewatê dest bi lêkolînan kir.