Pişîkên Wanê yên ku pirta wan spî û çavên wan rengîn in li Navenda Lêkolîn û Sepandinê ya Pişîka Wanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê bi tejikên xwe ve benda ziyaretvanan in.
Ji salên 1990î vir ve di vê navendê de xebat tên kirin ku koka van pişîkan neqele û ev pişîk bên parastin.
Midûrê Navenda Lêkolîn û Sepandinê ya Pişîka Wanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Doç. Dr. Abdullah Kaya ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di sala 2015an de wan xebatên baş kirine û li gor berê gelek têjikên nû çêbûne.
Kaya wiha axivî: "Di nav van pişîkan de çavên hinekan turkuaz in, yên hinekan kehrîbar in û yên hinekan jî yek turkuaz û ya din jî kehrîbar e. Di nav van pişîkan de yen herdu çavên wan heman rengin îsal zêde ne. Ji ber vê em van difroşin. Heywanhezên ku dixwazin pisîkekî bikirin dikarin bên bistînin. Lê hejmara pişîkên ku çavekî wan rengek, yê din jî rengek in hê jî hindik e. Ji ber vê em van nafroşin. Înşallah di nav çend salan de hejmara wanê zêde bibe û em ê van pişîkan jî bifroşîn heywanhezan."
Kaya got ku gelek malbat dixwazin pişîkan bikirin û xwedî bikin û wiha devam kir: "Ji ber vê jî yên ku dixwazin bibin xwedî pişîk divê zû serî lê bidin ku dor bê wan. Ji bo ku pişîkan bibînin dema herî xweş havîn e. Lewra pişîk havînê di nav baxçe de digerin. Ev der her roj di saet 08.30an de tê vekirin û di saet 18.30an de jî tê girtin. Têjîk jî di baxçeyê de digerin. Yên ku dixwazin Mala Pişîkan a Wanê ziyaret bikin dikarin di vê demsalê de bên."