Serhat Zafer
22 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2024
Li deverên bilind ên Sêwasê berf barî.
Li bajêr pleya germa hewayê ku maweyeke li binê normalên mewsimê bûn, cihê xwe ji seqem û berfê ra hişt.
Li Derbenda Gemînbelê ya ku bilindahiya wê 2 hezar û 10 e û li ser rebeja Sêwas-Suşehriyê ye ku weke rêya girêdanê ya herêmên navîn û Deryaya Reş tê zanîn, berf barî.
- Li Zozanên Egrîçîmenê qalindahiya berfê gihişt 5 santîmetroyan
Li navçeya Koyulhîsarê, li Zozanên Egrîçîmenê ya ku bi darên çaman dorpêçkirî ye jî berfbarînê bandora xwe domand.
Li zozanên ku bi qasî 17 kîlometroyan dûrî navenda navçeyê ne, duhê berfê destpê kir û berdewam e.
Zozan bi berfê nixumî û qalindahiya berfê gihişt 5 santîmetroyan.
Li navenda parêzgehê jî hewaya sar bandora xwe didomîne.
Li Bidlîsê berf barî
Li Bidlîsê serê sibê berf barî.
Li navenda bajêr û navçeya Tetwanê hewa sar bû û paşê berf barî.
Piştî berfê dar û ber çîlspî bûn.
Esnaf û welayitan berfa li ber mal û kargehên xwe paqij kir.
Ekîbên rêbejayê ji bo ku pirsgirêkek çênebe li devê rêyên sereke amade sekinin.