Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Günay Nuh
10 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2023
Li Qers û Erdexanê berf dibare û hewa sar e.
Li Qersê ber bi êvarê berfê dayê û bi navber heta sibê barî. Berfê navenda bajêr spî kir.
Li navçeya Sarîqamişê jî berf bi navber barî. Darên çamê û nebat spîçîl bûn.
Ekîbên rêbej û şaredariyê berf verot û xoyê reşand. Welatiyan berfa pêşiya mal û kargeha xwe avêt.
Çûkên beyanî di berf û sermayê da li xwarinê geriyan.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf dibare û hewa sar e.
Li deverên bilind ên bajêr berf bi navber dibare.
Li Dirba Mozeretê ya li ser rêya Çildir-Aktaşê mij çêbû û mesafeya dîtinê çûyîn û hatina wesayîtan dixe tengasiyê.