Bülent Temiz
22 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2024
Li Kanîreşa (Karliova) navçeya Bîngolê berf ket û di çûyîn û hatinê da tengasî çêbû.
Berfa ku danê nîvro dest pê kir, tesîra xwe didomîne.
Di rêya Bîngol û Kanîreşê da ji ber rewşa hewayê di çûyîn û hatinê da tengasî tê kişandin.
Li texma gundê Hacilarê hin TIR ji ber cemedê di rê da man.
Cendirmeyan alîkarî da şofêrên ku di rê da man.
Ekîbên rêbejan xebatên xwe yên li ser gozergahê didomînin, ji şorêfan ra hat gotin ku baldar û bitevdîr bin.