Li mezreya Karayona gundê Sariyaylaya Sasonê salê 5 mehan berf heye û welatî ji ber berfê di nav şert û mercên dijwar da dijîn.
Welatî ji ber ku berf zêde li erdê dimîne di peydakirina zexîre û ardûyê da zor û zehmetiyê dikşînin.
- "Em 5 mehan berfê paqij dikin"
Mîzbah Tabasê ji mezreyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku salê 5 mehan rê tên girtin û got ku em îsal 40 rojan bê ceyran man.
Tabas diyar kir ku li mezreyê car caran 3 mêtro berf dibare û wiha got: "Em 5 mehan berfê paqij dikin. Îşê me zor e."
Mehmet Şah Bagatur jî destnîşan kir ji ber ku rê tên girtin nikarin nexweşên xwe bibin nexweşxaneyê.
- Ji bo heywanan giha dikşînin
Bagatur destnîşan kir ku em ji bo heywanên xwe giha dikşînin û wiha got: "Em gihayê ku me havînê ji zozanan çiniye, zivistanê didin pişta xwe yan jî bi tawikan tînin mezreyê."
- Rê tim tên girtin
Şefê Îdareya Taybet a Sasonê Fatîh Vural jî destnîşan kir ku tîmên berfê rêyên mezreyê vedikin, lê dîsa jî tim rê tên girtin.