İbrahim Atmaca
08 Sibat 2018•Rojanekirin: 12 Sibat 2018
BÎNGOL
Li Bîngolê ji bo heywanên ku di şert û mercên zivistanê da tengasiya xwarinê dikşînin li siruştê goşt û genim hat danîn.
Ekîbên Midûriya Şaxa Bîngolê ya Parastina Siruştê û Parkên Millî, ji bo heywanên kovî li navbera navçeyên Kîgi û Yedîsuyê, deverên çil û çiyayî genim, goşt û gîha danîn. Berfê rê û dirbên cihên bilind girtin. Ji ber ku rê girtî ne wezîfedaran çewalên genim û baliyeyên gîhê dan pişta xwe û piştî rêwitiyeke zor û zehmet xwe gîhandin herêmên bizinên çiyayî.
Midûrê Şaxa Parastina Siruştê û Parkên Millî Aslan Maç diyar kir ku wan di nav mehekê da 6 ton êm danî.
Maç destnîşan kir ku wan gelek caran li deverên çiyayî êm danî û got ku ekîb digel zor û zehmetiyan ji bo çûkan genim, ji bo heywanên dirinde goşt, ji bo heywanên ku dizên jî gîha danîn.