Li navçeya Karatayê, taxa Tatlicakê rêncberan pezê xwe derxistin ku biçêrin, lê demek şûnda dîtin ku mîhên wan yek û yek mirar dibin.
Xwediyê heywanan li qada çêrê lêkolîn kirin û rastî êmê jehrdarkirî hatin. Rêncberan cab da polêsan û polês hatin cihê û bûyerê û lêkolîn kirin.
Rêncberan çend mîhên din ên ku mirar dibûn, şerjêkirin û xwestin kesên ku ev yek kiriye bên dîtin.
Hat ragihandin ku piştî lêkolîna ekîbên Midûriya Bajêr ya Xurek, Çandinî û Heywandariyê, sedema mirina heywanan wê were kifşkirin.