Bülent Temiz
07 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2024
BÎNGOL (AA) - Li Kanîreşa (Karliova) navçeya Bîngolê, li gundê Toklularê bi destê Qaymeqamtiyê pêşbaziya hespan a kevneşopî hat lidarxistin.
Ji çendîn bajaran bi beşdariya 30 pêşbazan wekî 4 grûb pêşbaziya hespan hat kirin û kesên ku di pêşbaziyê da bi ser ketin, wekî xelat pere û kûpa dan wan.
Di pêşbaziyê da çalakiyên cuda jî hatin lidarxistin û weşatiyan eleqeyeke mezin nîşanî pêşbaziyê da.
Waliyê Bîngolê Ahmet Hamdî Usta, Şaredarê Bîngolê Erdal Arikan, Qaymeqamê Karliovayê Tufan Bagir Gilan, Şaredarê Karliovayê Veysî Bîngol, rayedarên sazî û sazûmaniyan, nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî û welatî beşdarî bernameyê bûn.