Hüseyin Demirci
06 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2024
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ku ji cih û warên herî bilind ên Tirkiyeyê ye, hewa germ bû û siruşt cardin zindî bû.
Li navçeya di nav daristanên darçamên zer da piştî ku germahiya hewayê bû 20 pile, xweza zindî bû. Minminîkên ku nexasim bêtir payîzê tên dîtin, wênegir cezb kirin.
Wênegirê siruştê Gursoy Solmaz ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, di payîzê da siruşt cardin zindî bû û reng bi reng xemilî.
Solmaz bal kişand ku ew hewl didin, bedewiyên siruştî qeyd bikin.
Ji aliyekî din va sîmoreyên ku keysa xwe li hewaya germ anîn, bi şaxên daran va hilpas bûn, werdekên serkesk jî ji xwe ra di golan da avjenî kirin.