06 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
BÎNGOL
Li Bîngolê pêşbirka kaşûnê ya veteranên ser 30 salî eleqeyeke mezin dît.
Midûriya Bajêr ya Xizmetên Ciwanî û Sporê li Navenda Hesarekê ku nêzî gundê Dîkmeya Bîngolê ye, ji bo danasîna navendê pêşbirkek li dar xist. Pêşbirk di sê kategoriyan da hat lidarxistin. 30î zêdetir kes beşdar bûn. Di pêşbirkê da Ahmet Çeçen, Ahmet Kanas, Aydin Gul, Fîkrî Çan, Huseyîn Çeçen, Alî Bulşu, Kadîr Ayberk, Mehmet Agir û Mustafa Ertugrul xelat hilda.
Midûrê Bajêr yê Xizmetên Ciwanî û Sporê Erdal Arikan diyar kir, Navenda Kaşûnê ya Hesarekê 2 sal berê vebû û ziyaretvanên navendê roj bi roj zêde dibe. Arikan got ku gelek kes beşdarî pêşbaziya kaşûnê ya veteranan bû û diyar kir, wan li navendê ji bo zarok û ciwanan jî çalakî li dar xistin.
Ji pêşbazan Mustafa Ertugrul got ku ew ji bo ku beşdarî pêşbirkê bû, kêfxweş e.
Ji aliyekî din va grûbeke ku ji Komeleya Qulûba Hewageriyê ya Atlasê ya Diyarbekirê hat, li ser tepa navendê bi paraşûtê firî.
Endamê Komeleya Qulûba Hewageriyê ya Atlasê Ahmet Karadaşlik ev der cihekî wisa ye ku meriv hem dikare lê xwe bişqitîneû hem li ser bifire.