İbrahim Atmaca
05 Îlon 2018•Rojanekirin: 05 Îlon 2018
BÎNGOL
Li Bîngolê di 7 mehên ewil ên sala 2018an da li gor welidandina normal hejmara welidandina sezeryanê kêm bû.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Tenduristiyê ya Bîngolê hat dayîn, li bajarê ku nifûsa wê 265 hezar e, li gor tesbîtê welidandina normal zêdetir hat tercîhkirin.
Di 7 mehên ewil ên salê da hezar û 312 jin normal welidîn, hejmara welidandina sezeryanê jî di 585an da ma.