Abdullah Söylemez
06 Tebax 2024•Rojanekirin: 16 Tebax 2024
Çiyagerên ku ji welêt û dervayî welêt tên Agiriyê, ji cemedan derbas dibin û wisa xwe bi serê Çiyayê Agiriyê ra yê raqim 5 hezar û 137 digihînin û li wir hilhatina rojê temaşe dikin.
Çiyayê Agiriyê yê çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê ye, havîn di serî da salê çar demsal di nav rotaya çiyagerên xwecî û biyanî da ye û çiyager her demsal hildikişin serê çiya.
Çiyagerên ku tên navçeya Bazîdê, bi hevaltiya rêberan bi minîbusan diçin heta mezreyên Çevirme û Eleyê. Li vê derê alavên çiyageran li hespan bar dikin û bi meşê berê xwe didin kampên li raqim 3 hezar û 200î.
Çiyager ji vir jî hildikişin zîrweya çiya, li wir qederekê dimînin, hilhatina rojê temaşe dikin û bi wî awayî cardin pêberjêr ji çiya tên xwarê.
Rêber Mustafa Arsin ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, li Çiyayê Agiriyê qelebalixî her diçe zêdetir dibe û ji ber vê yekê ew kêfxweş in.
Arsin bal kişand, çiyagerên tên navçeyê li otêlan dimînin û bi vî awayî bi kêrî aboriya deverê tên û wiha dewam kir, "Îsal me di meha hezîranê da dest pê kir. Li gorî salên çûyî, karê me îsal zêdetir e."
Jakob Rhodeê Danîmarkayî diyar kir ku ew digel malbata xwe ya 4 kesî û hevalekî xwe hat Tirkiyeyê.
Emilie Rhodeê jî bal kişand ku ew berê hilkişiyaye serê çiyayên raqimbilind, lêbelê Çiyayê Agiriyê tecrubeyeke pir cuda ye.