Çiyayê Agiriyê yê ku bûye mijara gelek efsaneyan, her demsalê dîmenekî wî yê rengîn heye. Li ser Çiyayê Agiriyê sal danzdeh mehan berf nahele û dema ku roj diçe ava dîmenekî xweş derdikeve holê.
Dema ku roj diçe ava serê çiyê sor dike û dîmenekî balkêş derdikeve holê. Her wiha dema ku sibê zû jî roj hiltê, zeraqa wê pêşiyê li serê Çiyayê Agiriyê dixe û dîmenekî bêhempa derdikeve holê.