Bi pêvajoya çareseriyê, Çiyayê Katoyê yê li navçeya Beyşebabê jî aram bû û herêm niha bi çalakiyên spor û civakî derdikeve pêş.
Qeymeqamê Beyşebabê Mehmet Fevzî Donmez ji bo zarokan, li qûntara Çiyayê Katoyê şahiya bafirokeyan li dar xist.
Donmez di çarçoveya şahiyê de li zarokan 5 hezar bafiroke belav kirin. Donmez digel zarokan bafiroke firand û bi wan re şa bû.
Donmez got ku gelek malbat digel zarokên xwe beşdarî şahiyê bûn, ew bi beşdarbûna malbatan ve kêfxweş bû û wiha axivî: "Şikir bi pêvajoya çareseriyê re herêm aram bû. Em dixwazin zarokên me ji vê sûdê werbigrin û di qadeke aram de mezin bibin."
Qeymeqamê Beyşebabê Mehmet Fevzî Donmez got ku gelê herêmê bi hesrata rojên wiha dijiya û wiha axivî: "Êdî Çiyayê Katoyê bi bûyerên nebaş nakevê rojevê. Em bi vê dilşad in. Em ê di salên pêşiya me de, çalakiyan bi rengê mirîcanê li dar bixin."