2017 ж. 29 мамыр•Rojanekirin: 2017 ж. 30 мамыр
ANKARA
Di operasyonên ku Fermandariya Alaya 8emîn a Komandoyên Cendirme ev 41 roj in, li Beytuşebaba navçeya Şirnexê li Çiyayên Încebel û herêma Katoyê dewam dikin da 676 çek, 342 hezar û 142 muhîmat, zêdetirî 5 tonî amonyûm nîtrata madeya teqemeniyê, bêtirî 75 tonî xwarin û alavên sereke yên jiyanê qefaltin.
Li gorî daxuyaniya Artêşa Tirkiyeyê, di çarçoveya Operasyona Cendirmeyê Bînbaşi Ahmet Karaman-2 ya ku Fermandariya Alaya 8emîn a Komandoyên Cendirme ya Beytuşebabê di berpirsiyariya Fermandariya Tumena Cendirmeyên Sînor a 23yemîn da li Beytuşebaba navçeya Şirnexê li Çiyayên Încebel û herêma Katoyê dewam dike da 22 şikeftên nû yên ku mensûbên rêxistina terorî diemilînin, hatin tesbîtkirin.
Di lêgerînên van şikeftan da 22 kaleşnîkof, doçkayek, çar G-4 çeka peyadeyan, kanasek, hezar û 621 muhîmatên bîksiyê, 970 muhîmatên doçkayê, 723 muhîmatên kaleşnîkofan, 386 muhîmatên cur be cur, 24 bombeyên destan, 180 lître mazot, 97 tûp û gelek alav û herwiha kel melên jiyanê hatin qefaltin.
Di operasyona ku ev 41 roj in li herêmê bênavber berdewam e da 676 çek, 342 hezar û 142 muhîmat, zêdetirî 5 tonî amonyûm nîtrata madeya teqemeniyê, bêtirî 75 tonî xwarin û alavên sereke yên jiyanê hatin qefaltin.