Abdullah Tel
10 Hezîran 2020•Rojanekirin: 11 Hezîran 2020
Çiyayên Şerefdînê yên 2 hezar û 500 metre bilindahiya wê ye û li Karkiovaya navçeya Bîngolê ye ji bo dildarên pereşûta berpalê navenda nû ye.
Endamên Kûluba Çiyagerî û Hewageriyê ya Zanîngeha Bîngolê li ser Çiyayên Şerefdînê ku berê bi bûyerên terorê car caran dihat rojevê, pereşûta barpalê kirin.
Rektorê Zanîngeha Bîngolê Prof. Dr. Îbrahîm Çapak jî li endamên pereşûta berpalê dikirin mêze kir û got ku xebatên wiha yên reng rengî ji bo pêşketin û nasandina Bîngolê gelekî bi kêr in û wiha pê da çû: "Em dixwazin vê spora hanê li Bîngolê hê zêdetir bê kirin û ji bo vê jî dixwazin mihrîcan bê kirin. Bi rastî jî Bîngol bajarekî xweş e. Êdî li her aliyî Bîngolê tiştên xweş tên kirin. Em hêvî dikin ku di salên pêş me da awayek bi pergal mihrîcan û xebatên wiha bên kirin. Gelek xweşiyên Bîngolê hene. Em dixwazin wan xweşiyan him ji bo Bîngolê û him jî ji bo welatê xwee derxin pêş."
Endamê kûlubê Mistefa Kurt got ku çiyagerên di ekîba wan da ne pirî caran tên herêmê û li vê derê pereşûta berpalê dikin lewra herêm ji bo vê sporê gelek baş e.