Önder Beyter
09 Hezîran 2020•Rojanekirin: 14 Hezîran 2020
Welatiyan ji Midûriyeta Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî xwest ku sorgulan hilde bin parastinê ku di nava daristanên ku 7 kîlometre dûrî gund e û li ciyekî bi qasî 10 hezar metrekareyî hêşîn dibe û her wiha ji bo ziyaretvanan dîmenên rengîn derdixe holê.
Serokê Komeleya Darberûyê ya Mûşê Îhsan Aytemîş di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir, ji ber ku însan û heywan diçirpînin, xetereya qelîna sorgulên heye ku biharê hêşîn dibin.
Aytemîş bal kişand, gulên ku li parêzgehên wekî Antalya, Afyonkarahisar, Konya û Muglayê hêşîn dibin, ji hêla Midûriyeta Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî di bin parastinê da ne û cezayê pere yê îdarî li wan kesan tê birîn ku gulan diçirpînin.