Fatih Azgın
22 Gulan 2022•Rojanekirin: 24 Gulan 2022
Li Çukurovaya ku ji navendên girîng ên Tirkiyeyê yên dan û dexl e, dirûna genim dest pê kir.
Li Taxa Eskikabasalê ya navçeya Kozanê tîrê Selamî Yilmaz hat dirûn.

Yilmaz diyar kir ku wan dirûna ewil a salê pêk anî û ber û berhem jî baş e.
Li gorî agahiya ku ji peywirdarên Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Navçeyê hat wergirtin, li Kozanê îsal 200 hezar dekar tîr hatin danîn.

Tê pêşbînîkirin ku ji tîrên îsal dê bi qasî 95 hezar ton genim were hildan.