Bülent Mavzer
22 Gulan 2022•Rojanekirin: 25 Gulan 2022
Serê Çiyayê Agiriyê yê çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê di gulanê da bi berfê spî bû.

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berfa ku digel meha gulanê li hin cihan dibare, li bilindciyên Çiyayê Agiriyê yê 5 hezar û 137 metreyî bilind jî barî.

Bi barîna berfê ra serê çiya û cihên nêzîkî zîrweyê spîçîl bûn.
Dîmena berfê û ya kulîlkên rengbireng ahengeke cuda derxist holê.
