Sabri Yıldırım
07 Tebax 2025•Rojanekirin: 13 Tebax 2025
Li Haskoya navçeya Mûşê heywandar heywanên xwe yên ji germê aciz dibin di çem û di bin siyê da hênik dikin.
Li gundên Karakutuk û Gokyaziyê hewaya germ tesîrê li ser heywanên ku li Deşta Mûşê diçêrin jî dike.
Li herêmê germahiya hewayê digîhêje 40 pileyî.
Kesên ku heywanan xwedî dikin heywanên xwe dibin Çemê Karasuyê ku ew hênik bibin, nexweş nekevin û şîrê wan zêde bibe.
Celal Karadenîzê heywanên wî hene got dema hewa pir germ dibe ew heywanên xwe dibin çem û wiha axivî: "Havînê birina gamêşan ya avê hem şîrê wan zêde dike û hem jî nahêle ku ew nexweş bikevin. Îsal hewa pir germ e. Hin heywanên me bi nexweşiya şewbê ketin. Av gamêşan hênik dike. Em saetekî wan di avê da dihêlin. Çemê Karasuyê ji bo gamêşan nîmeteke mezin e. Hin gol zuha bûn. Heke ev der jî nebûya heywanên me wê bêav bimana."